​​​​​​​′Bi hevgirtin û yekitiyê em hewldanên fitneyê têk bibin′

Meclisa Navçeya Tirbespiyê û Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrikê hewldanên aliyên derve yên derxistina fitneyan di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de şermezar kirin û got: "Bi hevgirtin û yekitiyê em ê tevahî hewldanên derxistina fitneyan têk bibin."

​​​​​​​′Bi hevgirtin û yekitiyê em hewldanên fitneyê têk bibin′
27 îlon, 2023   09:13

Meclisa Navçeya Tirbespiyê ya Qamişloyê têkildarî hewldanên aliyên derve yên derxistina fitneyê li herêmê û bikaranîna bûyerên li Dêrazorê ji bo derbekirina ewlehî û îstîqrarê û yekitiya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê daxuyaniyek da.

Rûspiyê eşîra Binî Sebe Hisên El Sade li pêş avahiya meclisê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin tiştê li Dêrazorê qewimî ye û êrişa hin çete û aliyên derve li dijî şêniyan bi armanca careke din tarîtiya li herêmê ku bi saya fedakariyên bi hezaran şehîdan hatiye rizgarkirin zindî bikin.

Meclisê diyar kir ku yên ji rojavayê Firatê ve êriş kirin bermahiyên çeteyên DAIŞ′ê û bazirganên hişbirê ne, komên Dîfa El Wetenî ne û tu têkiliya wan bi eşîran re tune ye.

Meclisê di daxuyaniya xwe de got bi hevgirtin û yekitiyê dê hebûna xwe biparêzin û hewldanên derxistina fitneyan têk bibin.

Meclisê di dawiyê de bang li xelkê Dêrazorê kir ku hay ji van fitneyan hebin û nekevin xefka wan, ji ber aliyên derve hewl didin derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê bidin.

′BIMIRE ÎXANET BI SER BIKEVE HÊZÊN ME′

Têkildarî mijarê Meclisa Rûspiyên Eşîran a Dêrikê li pêş avahiya xwe daxuyaniyek da. berdevkê meclisê Sînan Muhsin Ehmed daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin armanca van kiryar û sûcan ku eşîr bi hev kevin têkbirina yekitî û hevgirtina pêkhateyên herêmê ye.

Meclisa Rûspiyên Eşîran bang li tevahî eşîrên li herêmê kir ku li kêlek hev bisekinin û parastina pêkhateyên herêmê bikin.

(fr)

ANHA