Balafireke bêmirov gundekî Qendîlê bombebaran kir

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker du car ser hev gundekî Binarê Qendîlê bombebaran kir.  Di encama êrişê de jinek bi giranî birîndar bû.

Balafireke bêmirov gundekî Qendîlê bombebaran kir
27 îlon, 2023   09:24

Balafireke bêmirov û biçek a dewleta Tirk a dagirker, danê nîvro gundê Bokrîskan ê ser bi Binarê Qendîlê ve du caran bi ser hev bombebaran kir. Êriş li dijî navenda gund pêk hat. Li gorî agahiyan di encama êrişê de jinek temen 50 salî bi giranî birîndar bûye.

Tê gotin welatiyek din jî birîndar bûye, lê ev agahî hîna nehatiye piştrastkirin.

Hevseroka Şaredariya Binarê Qendîlê Serwîn Celal der barê êrişê de ji ajansa Rojnewsê re axivî û got; “Îro balafireke bêmirov a dewleta Tirk, du caran bi ser hev gundê Bokrîskan bombebaran kir û jinek bi temen birîndar bû.