‘Hevgirtî bin û dagirkeriyê biqewitînin’

Hiqûqnas û rûspiyê êleke Reqayê Hisên El Mele got “Tirkiye dixwaze dagirkeriya xwe firehtir bike. Ew ji projeya Rêber Abdullah Ocalan a jiyana hevbeş û tunekirina pergalên kapîtalîst, ditirse. Divê em hevgirtî bin û dagirkeriyê biqewitînin.”

‘Hevgirtî bin û dagirkeriyê biqewitînin’
27 îlon, 2023   00:45

Li eniyên şer û sînorên bi dewleta Tirk re, gund bi top û balafiran têne hedefgirtin.

Endamê Yekitiya Parêzeran a Reqayê parêzer Hisên El Mele got: “Tirkiye parastina ewlehiya xwe ya neteweyî dike hicet. Ji ber ku dewleteke dagirker e û dixwaze qada dagirkirina xwe firehtir bike.”

‘DEWLETA TIRK JI PROJEYA RÊBERTÎ DITIRSE’

Hisên El Mele destnîşan kir ku Tirkiye di radeya yekemîn de ji projeya demokratîk a jiyana hevbeş a Rêber Abdullah Ocalan û tunekirina pergalên kapîtalîst ditirse.

El Mele da zanîn ku bûyerên li Dêrazorê, gelek aliyan di serî de dewleta Tirk, xwestin tevliheviyê derxin û jê sûdê bigire da ku bi hiceta piştvaniyên birayên xwe yên ereb çeteyan rêkin herêmê û îtîqrara wê têk bibin.

BIRÎNA AXA SÛRIYEYÊ

Têkildarî êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker El Mele got: “Dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe li dijî herêmê zêde kirin. dîtina çareseriyeke siyasî li welêt asteng dike. Ji bo bigihêje armancên xwe, stratejiyekê dimeşîne. Ew armanc dike timayên osmaniyan û beşên din ên Sûriyeyê tev li axa xwe bike.”

Di dawiyê de El Mele wiha anî ziman: “QSD û Rêveberiya Xweser pabendî lihevkirina 2019`an a di navbera Rûsya û DYA`yê de û li gorî wê agirbest li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk hat. Lê dewleta Tirk vê lihevkirinê binpê dike û tu aliyekî navneteweyî li hember wê dernakeve.”

Rûspiyê êla El Welde ya Reqayê Yusif El Esed got: “Êrişên dewleta Tirk bi awayekî ne rewa hîna li dijî herêmê berdewam in. Balafir û topavêjan bi kar tîne, sivîl, pêşeng û jîngehan dike hedef.”

‘CIVATA NAVNETEWEYÎ LI HEMBER ÊRIŞAN BÊ DENG E’

El Esed êrişên dewleta Tirk bi derexlaqî bi nav kir ku di encamê de gelek şehîd û birîndar bûn û wiha pê de çû: “Civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan tu helwest nîşan nedan.”

El Esed bang li tevahî azadîxwazan li Sûriyeyê kir ku hevgirtî bin, dagirkeriyê û alîgirên wê biqewtînin û projeya biratiya gelan û jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de, pêk bînin.

(şx)

ANHA