Timayên Tirkiye û êrişên berdewam li Iraqê

Dewleta Tirk siyaseteke dijminane li dijî Iraqê dimeşîne. Serdestiya wê dem demê binpê dike. Guh nade daxuyaniyên şermezarkirinê û hincetan ji êrişên xwe re dibîne. Rijandina xwîna iraqiyan li herêmên bakur didomîne.

Timayên Tirkiye û êrişên berdewam li Iraqê
27 îlon, 2023   04:35

Tirkiye ruxmî hevdîtinên siyasî û civînan di navbera Bexda û Iraqê de, projeyên mezin di aliyê aborî de, lê belê şerê xwe yê siyasî, aborî û avî yê vekirî li dijî Iraqê didomîne.

Hin çavkaniyên iraqî aşkera kir planeke dewleta Tirk li Iraqê heye ku bi rêya Neynewa, Kerkûk û Diyala berfireh bibe ta bigihêje Bexdayê. Analîzvanê siyasî Heysem El Xezelî têkildarî êrişên dewleta Tirk li dijî Iraqê got: “Timayên Tirkiye li Iraqê hene. Çavê wê li Musil, Kurdistan û Kerkûk e ku wir cihê petrol û gazê ye. Dewleta Tirk referandoma Musilê ya sala 1924`an nas nake û li gor wê wîleyeta Musil û herêmên girêdayî wê yên Kurdistanê tev li Iraqê hatin kirin. Ji ber wê dewleta Tirk dixwaze careke din van herêman dagir bike.”

El Xezelî wiha domand: “Iraq, wek hikumeteke navendî ji bo ku rê li pêşiya Tirkiyeyê bigire tiştek nekir. Divê xwe bispêre dadgehên navneteweyî, kaxizên veguhastina bazirganî bi kar bîne û fişarê li Tirkiyeyê bike.”

El Xezelî destnîşan kir ku nebûna pergalekê ji bo parastina asîmanê Iraqê, rê li pêşiya êriş û binpêkirinên din vedike û got: “Weke li Herêma Kurdistanê dibe. Topbarankirina herêmê û  sedema wê heye, ew jî nebûna pergalekê ku rê li pêşiya binpêkirina serdestiya nîştimanî ji aliyê Enqereyê ve bigire.”

Her wiha El Xezelî da zanîn ku tenê yekitiya hêzên siyasî yên Iraqê, dûre rêbazên qanûnî û dîplomasî ta bigihêjin parastan çekdarî, êrişên Tirkiye yên li ser Iraqê radiwestînin.

A balê dikişîne ew e ku dewleta Tirk hewldanên xwe ji bo zaîfxistina Iraqê didomîne, dibêje Musil û Kerkûk ên wê ne û aşkera behsa timayên xwe yên vegerandina serfiraziyên osmaniyan dike, lê belê roj bi roj têkiliyên xwe bi Îsraîlê re xurttir dike.

Helwesta fermî ya lawaz a Iraqê hişt dewleta Tirk binpêkirinên xwe zêde bike. Iraqê tenê daxuyaniyên şermezarkirinê da û gazî balyozê Tirk kir û muzekereyeke şermezarkirinê radestî wî kir. Her wiha ji aliyê hin hêz û kesayetên siyasî ve jî daxuyanî hebûn. Lê Tirkiye baş dizane ku daxuyanî tenê gotin in. Berovajî wê jî, gelek alî û hêzên siyasî hene piştgiriya êrişên Tirkiye dikin.

(şx)

ANHA