`Bi mehrûkirina Rêber Apo ji ′Mafê Hêviyê′ Tirkiye qanûnan bin pê dike′

Hiqûqnas Xalid El Hesen destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker dema Rêber Abdullah Ocalan ji qanûna `mafê hêviyê` mehrûm dike, qanûnên navneteweyî bin pê dike. Her wiha diyar kir ku ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, divê panelên hiqûqî û xwepêşandan bên lidarxistin.

`Bi mehrûkirina Rêber Apo ji ′Mafê Hêviyê′ Tirkiye qanûnan bin pê dike′
26 îlon, 2023   23:35

Dewleta Tirk a dagirker, qanûn û pîvanên mafên mirovan ên navneteweyî bin pê dike,  tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan didomîne, hevdîtinên bi malbat û parêzeran re qedexe dike û daxwaznameyên hevdîtinê jî red dike.

Hiqûqnas Xalid El Hesen got: “Di vê dawiyê de dewleta Tirk tecrîd girantir kir. hevdîtinên malbat û parêzeran bi Rêber Abdullah Ocalan re qedexe kirin. Ji xwe agahî bi carekê jê nayên wergirtin. Ev li dijî qanûn û pîvanên navneteweyî ne.”

El Hesen wiha domand: “Me jî wek parêzer, bi gelek kesayetan re civîn, panel li dar xistin, me xwe gihand nivîsgehên hiqûqî li ser asta herêmî û navneteweyî. Lê derî li pêşiya me girtî bûn. Dualiteyek heye, me bang li dewletên têkildar û rêxistinên têkildar kir, lê mixabin, ajandeyên van aliyan ên siyasî hene ku xizmeta dewletên xwe dikin.”

El Hesen got ji bo naskirina rewşa Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina tecrîdê, divê panelên hiqûqî û qanûnî bên lidarxistin da ku fişar li dewleta Tirk bê kirin.

El Hesen wiha domand: “Di salên 1990`î de, bi awayekî fermî dewletên Ewropayê di nav de Tirkiyeyê civînek li dar xist. Di wê civînê de qanûna `mafê hêviyê` hat erêkirin. Li gor vê biryarê anku qanûnê, mafê her girtiyek siyasî heye ku temenê wî/wê 70 sal derbas kiriye û di girtîgehê de 20 sal maye, jiyana xwe ya mayî di nav malbata xwe de derbas bike. Lê Tirkiye vê qanûnê pêk nayne. Bi wê re qanûnên navneteweyî binpê dike.”

Her wiha El Hesen bang li tevahî desteyan di nav de Yekitiya Parêzeran a li ser asta herêmî, Yekitiya Parêzerên Ereb, Yekitiya Parêzerên Qibrisê û ya Azerbeycanê kir ku li hev bicivin, muzakere û dosyayan amade bikin û ji Siwêdê re rêkin. Lê wan red kir. Ji ber ku statuya me nehatiye naskirin yan jî em ne dewlet in û hîna nehatiye naskirin.”

Di dawiyê de El Hesen got: “Xwepêşandanên li Siwêd, Finlandayê li dar dikevin ku dewleta Tirk wan red dike, wesîleyeke fişarê ji aliyê gel ve ye da ku qanûna navneteweyî ya têkildarî bidawîkirina tecrîdê û pêkanîna `mafê hêviyê` pêk were.”

(şx)

ANHA