Miller: Me daxwaza Abdullahiyan ya serdana Washingtonê red kir

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr Abdullahiyan piştî Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) hewil da ku serdana beşa konsulxaneya Îranê ya li Washingtonê bike û Amerîkayê ev daxwaza wî red kiriye.

Miller: Me daxwaza Abdullahiyan ya serdana Washingtonê red kir
26 îlon, 2023   19:03

Li gorî nûçeya Dengê Amerîka ku çavkaniya wê dispêre AFP’ê, Berdekê Wezarata Karên Derve ya Amerîka Matthew Miller ji rojnamevanan re diyar kiriye ku ji Îranê daxwazeke wisa çêbûye, lê wan ev daxwaz red kiriye.

Mattew Miller da zanîn ku dikarin destûr bidin karbidestên Îranê û welatên din ku ew ji bo karên NY’ê herin New Yorkê. Lê, em ne mecburin ku destûr bidin wan ku ew herin Washingtonê.’’

Miller got ku gava ew dibînin ku Îran bi awayekî ne rewa hemwelatiyên Amerîka desteser dike û jibo terorîzmê sponsoriyê dike û got; “Em dibêjin ku qebûlkirina daxwazeke wisa neraste û ne hewce ye.”

Îranê hefteya borî li beramberî berdana 6 mîlyar dolarên Îranê yên li Koreya Başûr, 5 hemwelatiyên Amerîka berda bûn.

Bi vê pêngavê bendewarî çêbûbûn ku danûstandinên ser peymana navokî jinûve destpê bikin, lê Wezîrê Derve yê Amerîka Antony Blinken ser vê gûmanê erênî ne axivî.

Malpera nûçeyan Amwaj diyar kir ku Abdulahiyan dikare serdana Washingtonê bike ku bi wî re piştî 14 salan cara pêşî wezîrekî derve yê Îranê serdana paytexta Amerîka dikir.

Îran li Washingtonê karên ji bo berjewendiyên xwe li bin ala Pakistanê dimeşîne.

Hêjayî bibîr xistinê ye ku Amerîka, li gor biryarên NY’ê destûrê dide hemû karbidestên dewletên endam, lê ew tevgerên hinek karbidestên dewletan sînordar dike.