​​​​​​​Bernameya roja yekemîn a çalakiya konvedanê bi dawî bû

Bernameya roja yekemîn a çalakiya konvedanê ya li Hesekê bi dawî bû. Çalakgeran got, ew ê heta pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin.

​​​​​​​Bernameya roja yekemîn a çalakiya konvedanê bi dawî bû
26 îlon, 2023   14:55

Çalakiya konvedanê ya ji bo azadiya wî ya fîzîkî û şermezarkirina tecrîdê vê sibehê li qada Suryan a li taxa Nasira ya bajarê Hesekê dest pê kir. Çalakî bi dirûşma "Azadiya Rêber Apo mîsogeriya aştiya li Rojhilata Navîn e" hatiye organîzekirin. Bi dehan şêniyên pêkhateyên Hesekê herikîn bin kon.

 Endamê Hêzên Parastina Civakî Mihemed Silêbî axivî û got, Rêber Abdullah Ocalan bi komployeke navneteweyî ku gelek dewletên cîhanê tev lê bûbûn, dîl hat girtin û ji 25 salan ve tecrîdeke giran li ser wî tê meşandin.

Silêbî got: "Erka me ya xwedî li Rêbertiya xwe derkevin û ji bo rakirina tecrîdê tê bikoşin."

Bernameya roja yekemîn a çalakiyê bi berzkirina dirûşmên silavkirina Rêber Abdullah Ocalan û şermezarkirina tecrîdê bi dawî bû.

Çalakî wê heta sibe êvarî dewam bike.

(bb)