Şêniyên Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan

Bi sedan şêniyên Helebê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Di meşê de hate gotin, dîwarê Îmraliyê wê nikaribe Rêber Abdullah Ocalan ji mîlyonan şopdarên wî qut bike.

Şêniyên Helebê ji bo Rêber Abdullah Ocalan meşiyan
26 îlon, 2023   17:04

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ji bo azadiya wî ya fîzîkî meşek li dar xist. Di nav de nûnerên saziyên sivîl û partiyên siyasî, bi sedan kes beşdar bûn.

Meş ji pêşiya hola civînan a li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê dest pê kir. Di meşê de wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hatin hildan û bê navber dirûşma "Bê serok jiyan nabe" hat berzkirin.

Meş li ber navenda Şehîd Gelhat a li beşê rojhilatê taxê sekinî û deqeyeke rêz hat girtin. Endama Meclisa Giştî ya PYD′ê Valantîna Ebdo axivî û berxwedana 24 salan a Rêber Abdullah a li Îmraliyê silav kir.

Valantîna Ebdo got: "Rêbertî ramanek diyarî gelên azadîxwaz kir û heta niha li girtîgehê li ber xwe dide, ji ber vê yek rejîma Tirk tecrîda li ser wî girantir dike û têkiliyên wî bi derve re qut dike."

Valantîna anî ziman ku ruxmî astengiyan gel xwedî li Rêbertiya xwe derketiye û wiha dawî li axaftina xwe anî: " Bila dewleta Tirk baş bizanibe ku Rêbertî ne bi tenê ye, lê bi milyonan kes şopdarên wî ne û ramanê wî pêk tînin. Dîwarê Îmraliyê wê Rêbertî ji gel qut neke. Em ê bi berxwedan û îsrarê tecrîda li ser Rêbertiya xwe bişkînin. Rêbertî bi projeya xwe ya neteweya demokratîk li hemberî pergalên kapîtalîst û zîhniyeta desthilatdar rabûye."

(bb)

ANHA