Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye

Êla El Cibor bi beşdariya eşîrên Ereb û Kurd têkildarî sekna QSD′ê li kêlek êl û eşîran spasiya wan kir. Her wiha êla El Cibor, Igêdat û Begara got QSD′ê parêzvanên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.

Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
Êlên El Cibor, Igêdat û Begara: QSD′ê parêzvanên ewlehiyê ye
26 îlon, 2023   10:28

Şandeyek ji êla El Cibor tevî êl û eşîrên Kurd û Erebî yên li herêma Cizîrê serdana navenda Meclisa Leşkerî ya Hesekê kir. Fermandarê Giştî ya Meclisa Leşkerî ya Hesekê û Fermandariya Têkiliyên Leşkerî ya Herêma Cizîrê şand pêşwaz kir.

Şerkêşiya êla El Cibor şêx Ebdulezîz El Muselet kir. Ebdulezîz der barê sekna QSD′ê bi eşîrên Ereb re, zexta li hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ku kesên êrişan li dijî eşîr û rûspiyên wê bike werin hesabkirin, spasiya QSD′ê kir.

Di civînê de ku li Meclisa Leşkerî ya Hesekê li dar ketiye, şêx û rûspiyên eşîran axivî. Di axaftinan de kedên QSD′ê yên ji bo hesabkirina leşkerên Dîfa El Wetenî yên girêdayî Hikumeta Şamê û berpirsê wê Ebdulqadir Hemo hatin silavkirin.

Yek ji şêxên êla El Igêdat Hisên El Ebrez di civînê de wiha got: "Em êlên Ereb û Kurd ên li hermê yek in û kesên êrişî sembolên li herêmê bikin qebûl nakin. Her wiha em spasiya, QSD′ê li ser rola wan a mezin di têkbirina sûcdar Ebdulqadir Hemo de, dikin."

El Ebrez wiha domand: "Em li vê herêmê yek in. Em ji hemû eşîran hêvî dikin bi hev re li dijî komployên li ser herêmên me bisekinin. Em spasiya QSD′ê dikin ku li kêlek me li dijî van komployan û têkbirina fitneyan sekinîne."

′QSD′Ê JI BO GELÊ BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRIYEYÊ PARÊZVANÊ EWLEHIYÊ YE′

Li aliyekî din jî, yek ji şêxên êla El Begara Erad El Ugle axivî û wiha got: "QSD′ê ji zarokên eşîran û ji zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne. Di encama aloziya li çargoşeya ewlehiyê derketiye û êrişa Ebdulqadir Hemû li dijî şêx Ebdulezîz QSD′ê di demeke guncaw de û bi rêbazeke guncaw destwerdan kir û nehişt xwîna welatiyên herêmê were rijandin."

El Ugle wiha domand: "Em jî weke êlan spasiya QSD′ê dikin ku li kêlek me bi cidî sekînin. QSD′ê ji bo gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê parêzvanê ewlehiyê ye. Em her tim hêviya serkeftinê ji QSD′ê re dixwazin."

Endamê rêveberiya Têkiliyên QSD′ê ya Herêma Cizîrê Îsmaîl Reşo got QSD′ê ji welatiyên eşîran re û îhaneta Ii tu semboleke eşîr û êlan qebûl nakin û got: "Hin hewl didin fitneyê derxin û herêmê ber bi şerekî mezhebî ve bikişînin. Lê bi hevgirtina QSD′ê û eşîran ev yek pêk nayê. Ev yek jî di êrişa li dijî şêx Ebdulezîz El Muselet, sekna QSD′ê li kêlek eşîrên xwe, zexta wan li ser hikumeta Sûriyeyê û hêzên Rûsyayê ji bo têkbirina Ebdulqadir Hemo de derket."

Endamê rêveberiya Têkiliyên Leşkerî ya QSD′ê Remedan Hesekî ji ajansa me re axivî û diyar kir ku QSD′ê, piştî êrişa li dijî yek ji rûspiyan êla El Cibor pêşwaz kir û berpirsiyariya parastina sembolên herêmê ji îhanet û êrişan hilgirt ser xwe. Remedan Hesekî wiha got: "Ji ber wê hêzên me zext li hêzên Rûsyayê û hêzên hikumeta Şamê kir ku qirêjiya Dîfa El Wetenî ya girêdayî hêzên hikumeta Şamê li dikin bi dawî bikin û berpirsê Dîfa El Wetenî Ebdulqadir Hemo tune bikin. Em îhaneta li dijî sembolên xwe qebûl nakin, em ê êl û eşîrên xwe biparêzin."

Êla El Cibor di civînê de daxuyaniyek li ser navê êlê da. Şêwirmendê êlê Ekrem Mehşûş daxuyanî xwend û têkildrî bersivdana xwestên eşîran, parastina wan, zextkirina li dijî hêzên hikumeta Şamê û hêzên Rûsyayê ku Ebdulqadir Hemo tune bikin û Dîfa El Wetenî bihelînin spasiya QSD′ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn kir.

Ekrem Mehşûş ew ji bo ewlehiay welatiyan baldar in û bang li her kesî kir ku li dijî kiryaran bisekinin.

(fr)

ANHA