​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen Anoş Abîtyan bi bîr anî

Meclisa Civakî ya Ermen Anoş Abîtyan bi bîr anî ku bi destê leşkerên Azerbaycanê sala borî hatibû kuştin. Meclisê soza mezinkirina têkoşînê ji bo vegerandina mafên jinan da.

​​​​​​​Meclisa Civakî ya Ermen Anoş Abîtyan bi bîr anî
26 îlon, 2023   10:19

Leşkara Ermen Anoş Abîtyan (36) ku dayika 3 zarokan bû, bi destê leşkerên Azerbaycanê di dawiya Îlona 2022`yan de hatibû kuştin. Leşkerên Azerî tecawiz lê kiribû, kuştibû û bi cenazeyê wê lîstibû.

Der barê mijarê de Komîteya Jinan a Meclisa Civakî ya Ermen, bi daxuyaniyekê Anoş Abîtyan bi bîr anî. Seroka komîteyê Losnak Kafûryan, bi beşdariya endamên meclisê û Yekitiya Jinên Ermen li pêşiya navenda meclisê ya li Hesekê daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de komîteyê got şehîd Anoş bû sembola fedakariyê û diyar kir ku sûcên derexlaqî û hovane yên artêşa Azerbaycanê li dijî Anoş ne care yekê bûn.

Komîteyê soz da ku mafên tevahî jinan vegerîne û li hember zîhniyeta desthilatdar tê bikoşe.