QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin

QSD`ê ragihand ku di berxwedana li hember komên çekdar de ku hewl dan li aliyê rojavayê çemê Firatê derbasî rojhilatê Dêrazorê bibin, 3 şervan şehîd bûne.

QSD`ê nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin
26 îlon, 2023   10:09

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) li ser malpera xwe ya fermî nasnameyên 3 şehîdan aşkera kirin ku li Dêrazorê şehîd bûne.

Navendê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku her sê şervanan bi lehengî heta dawiyê şer kiriye û dawiyê şehîd bûne. Her wiha sersaxî da malbatên şehîdan û soz da ku rêya wan bişopînin.

Navendê aşkera kir ku operasyona Xurtkirina Ewlehiyê li Dêrazorê berdewam e û di wê çarçoveyê de QSD`ê hewldana çeteyan têk bir ku careke din xwestin bikevin bajarokê Zîban û di wê bersivdayînê de Nûr Şilaş El Ferec (Ciwan Hesekê), Elî Mihemed Îsa (Egîd) û Ridwan Talal Xelîl (Mihemed) şehîd bûn.

QSD`ê soz da ku rê li pêşiya tevahî aliyan bigire ku dixwazin ewlehiya herêmê têk bibin.

NASNAMEYÊN ŞEHÎDAN

Nasnav: Ciwan Hesekê

Nav û paşnav: Nûr Şilaş El Ferec

Navê dayîkê: Mûze

Navê bav: El Şehîd Şilaş

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Hesekê 1999

Cih û dîroka şehadetê: Zîban 25.9.2023

Nasnav: Mihemed

Nav û paşnav: Ridwan Talal Xelîl

Navê dayîkê: Kîfa

Navê bav: Talal

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: Hol-Şilale 2005

Cih û dîroka şehadetê: Zîban 25.9.2023

Nasnav: Egîd

Nav û paşnav: Elî Mihemed Îsa

Navê dayîkê: Macîde

Navê bav: Mihemed

Cih û dîroka ji dayîkbûnê: El Xerîrî 2000

Cih û dîroka şehadetê: Zîban 25.9.2023

)şx(