​​​​​​​Peyama şehîd Seyîd Evran ji Rêber Abdullah Ocalan re

Ajansa me kopyeyek ji peyama şehîd û rojnameger Seyîd Evran ku ji Rêber Abdullah Ocalan re li mala wî ya li gundê Elpelûrê yê li rojavayê Kobanê nivîsiye, bi dest xist.

​​​​​​​Peyama şehîd Seyîd Evran ji Rêber Abdullah Ocalan re
​​​​​​​Peyama şehîd Seyîd Evran ji Rêber Abdullah Ocalan re
​​​​​​​Peyama şehîd Seyîd Evran ji Rêber Abdullah Ocalan re
26 îlon, 2023   09:45

Nivîskar û rojnamegerê şoreşger şehîd Seyîd Evran ku di dirêjahiya salan de di ragihandinê de dixebitî, ji ber nexweşxaneya dil di 22′yê Îlonê de şehîd bû.

Rojnameger Evran di dirêjahiya salên xebatên xwe de li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê geriya; ji bajarên gelek caran lê xebitiye Kobanê ye.

Şehîd Seyîd serdana mala Rêber Abdullah Ocalan a li gundê Elpelûr ê li rojavayê Kobanê kir. Rêber Abdullah Ocalan dema ji Bakurê Kurdistanê derbasî Rojava bûye nêzî 3 mehan li wê malê ma û bi navê ′Mala Rêbertî′ tê naskirin.

Di 17′ê Çileya 2022′yan de Evran peyamek ji Rêber Abdullah Ocalan re nivîsî û di peyama xwe de wiha got:

"Jiyankirina bi van hestan nayên wesifkirin.

Beriya 43 salan ger me li Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û 4 parçeyên Kurdistanê biaxiviya ku em ê şoreşekê di dilê şoreşê de bijîn, tu kesî ji me bawer nedikir, heta em ê bi dînan wesif bikirana.

Ha li vir û beriya 43 salan bi taybet hîma vê şoreşê dest pê kir.

Yek ji malên Rêber Apo dema derbasî Kobanê bûye, ev mal e. Ji vir dest bi gavên şoreşê, gav bi gav hatin kirin.

Jiyana bi van hestan nayên wesifkirin û mirovan kêfxweş dike.

Silav, Seyîd Evran.

17.01.2022."

(fr)