Parêzerên Buroya Hiqûqê ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê ji bo karibe muwekîlê xwe Rêber Abdullah Ocalan bibîne serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê da.

Parêzerên Buroya Hiqûqê ji bo hevdîtina Rêber Abdullah Ocalan serlêdan kir
26 îlon, 2023   09:24

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Faîk Ozgur Erol û Mazlûm Dînç ji bo karibin hevdîtinê bi Rêber Abdullah Ocalan re bikin, ku sê sal in agahî jê nayê wergirtin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran ji bo dîtina Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî ku li Girtîgeha Îmraliyê ne serî li dozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.