Der barê hinardekirina sewalan de biryarên nû

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser der barê hindarkirina sewalan de biryarên nû dan.

Der barê hinardekirina sewalan de biryarên nû
25 îlon, 2023   13:46

Desteya Aborî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi giştînameyekê biryarên nû der barê hinardekirina sewalan de dan.

Di giştînameyê de hate gotin, biryar di civîna Desteya Aborî ya roja 17′ê Îlonê de hatine dayîn. Civîn bi amadebûna nûnerên Yekitiya Odeya Bazirganiyê, Yekitiya Esnafan, Yekitiya Cotkaran û Yekitiya Qesaban a Herêma Cizîrê pêk hatibû.

Biryarên nû ev in:

1. Tevgera li gorî biryara 99’an a ji aliyê Meclisa Rêveber ve hate derxistin, her wiha guhertinên di biryara 234′an de ku 7′ê Tîrmeha 2023′yan hatin derxistin, bi dawî dibe.

2. Hejmara hinardekirina sewalan ji 25′ê Îlona 2023′yan de heta dawiya îsal wiha tê diyarkirin:

Pez: Rojane 2 hezar û 500 pez dikarin werin hinardekirin û di mehekê de 65 hezar pez dikarin werin hinardekirin. Di 3 mehan de divê zêdetirî 195 hezar pez neyên hinardekirin. Divê giraniya mihekî ne kêmî 45 kîlograman be.

Golik: Divê rojane zêdetirî 75 golikan neyên hinardekirin û di mehekê de zêdetirî hezar û 950 golik neyên hinardekirin. Divê giraniya golikekî ne kêmî 400 kîlograman be.

3. Hindarkirina pez û dewarên mê qedexe ye.

4. Li gorî dema ku di biryarê de hatiye diyarkirin, hinarddekirina sewalan (pez, çêlek, berx, golik) qedexe ye.

5. Biryar heta dawiya îsal tê pêkanîn.