Koçberiya qerebaxiyan a ber bi Ermenistanê ve didome

Piştî êrişa artêşa Azerbaycanê ya li ser Qerebaxê, bi hezaran şêniyên Qerebaxê ber bi Ermenistanê ve koçber bûne.

Koçberiya qerebaxiyan a ber bi Ermenistanê ve didome
25 îlon, 2023   10:52

Hikûmeta Ermenistanê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku ji Qerebaxê zêdetirî 2 hezar û 900 kes sînorê Ermenistanê derbas kirine.

Herêma Qerebaxê piştî êrişa artêşa Azerbaycanê ya di 20’ê Îlonê de, qebûl kiribû ku çekên xwe deyne. Piştî êrişê 24 saetan agirbest hat ragihandin û têkildarî îlheqkirkina herêmê ji aliyê Azerbaycanê ve, dan û standinan dest pê kir.

Li Qerebaxê derdora 120 hezar Ermeniyên mesîhî dijîn. Ermenî, ji ber qirkirina etnîk, bi fikar in.

Yek ji rayedarên Qerebaxê David Babayan roja yekşemê ji Reutersê re axivîbû û gotibû 120 hezar kesên li herêmê dijîn, dê biçin Ermenistanê.

Babayan gotibû: “Gelê me naxwaze di nava Azerbaycanê de bijî. Ji sedî 99,9’ê wan tercîh dikin ku xaka me ya dîrokî biterikînin."

Rêveberên Qerebaxa çiyayî jî daxuyaniyeke nivîskî dan û diyar kir ku her kesê ku piştî êrişê li malên xwe bû û xwest bikeve Ermenistanê, dê hêza aştiyê ya Rûsyayê li gel wan be.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan jî diyar kir ku hin alîkariyên mirovî gihaştine Qerebaxê û got ku ew hîn jî bi "xetera paqijiya etnîk" re rû bi rû ne.