35 roj in xelkê Siwêdayê li qadan in

Xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di roja xwe ya 35′an de dewam dikin.

35 roj in xelkê Siwêdayê li qadan in
24 îlon, 2023   13:13

Bi beşdarbûna xurt a jinan, xwepêşandanên xelkê Siwêdayê di roja xwe ya 35′an de dewam dikin.

Xwepêşandêr careke din li qada Seyer "Kerama" ya naverasta bajar kom bûn û daxwaza  çûyîna Esed û pêkanîna biryara 2254′an a Neteweyên Yekbûyî kirin.

Her wiha pankartên bi nivîsên "Serdestiya partiya Baas a li artêş, dozgerî, dibistan, zanîngeh û saziyên dewletê binpêkirina destûrê ye û nayê qebûlkirin" û "Beşdarbûna rasteqîn a di rêveberiya xwecih a aktîf de û beşdarbûna aktîf di geşkirinê de derfeteke rasteqîn û cidî ya ji bo avakirina Sûriyeyê ye" hatin vekirin.