Li Yemenê di êrişa El Qaîdayê de 4 leşker hatin kuştin

Li Şebwa yê Yemenê bombeyekê ku El Qaîdê bi cih kiribû teqiya û di encamê de 4 leşkerên Yemenê hatin kuştin û 3 din birîndar bûn.

Li Yemenê di êrişa El Qaîdayê de 4 leşker hatin kuştin
24 îlon, 2023   12:31

AFP`yê ku agahiyên xwe spratin rayedarekî ewlehiyê, ragihand ku li Şebwa yê başûr rojhilatê Yemenê di êrişekê de 4 leşker hatine kuştin û 3 din birîndar bûne. Her wiha El Qaîda bi êrişê tewanbar kir.

Heman rayedarî ku nexwest navê xwe aşkere bike da zanîn ku bombeyek dema derbasbûna dewriyeyeke leşkerî teqiyaye û îhtîmal heye ev bombe ji aliyê endamên girêdayî El Qaîdayê ve hatibe bicihkirin.

(şx)