Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin

Ajansa Îstixbaratê ya Iraqê ragihand ku li parêzgeha Neynewa ya bakurê Iraqê 5 çeteyên DAIŞ`ê hatine girtin.

Li Iraqê 5 çeteyên DAIŞ`ê hatin girtin
24 îlon, 2023   12:27

Ajansa Îstixbaratê ya Iraqê di daxuyaniya xwe de got: “Şaxên ajansa îstixbaratê ya têkoşîna li dijî terorê li Neynewayê, hin agahî têkildarî hebûna sûcdaran li herêmeke parêzegehê bi dest xistin.”

Li gor Roj News`ê, hêzên Iraqê bi kemînekê, 5 kesên sûcdar girtine û dema lêpirsînê bi wan re hatiye çêkirin li xwe mikur hatine ku endamên DAIŞ`ê ne û girêdayî dîwanê ewlehiyê û tugeya Ebî Ubeyde, dîwanê leşkerî, Qati El Zab û ceyş El Usra ne. Li beramber karê xwe pere dibirin.

(şx)