Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê

Beşdarên çalakiya konvedanê ya li Qamişloyê diyar kir ku azadiya fîzîkê ya Rêber Abdullah Ocalan kilîta tevahî krîzên li Rojhilata Navîn e û bang li şêniyan kir ku tev li meşa îro bin.

Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
Gel bi girseyî berê xwe dide çalakiya konvedanê
24 îlon, 2023   11:58

Vê sibehê girseya gel ji Qamişlo bi hemû pêkhate, mezheb û olên wê berê xwe da çalakiya konvedanê ya ku duh ji bo şermezarkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye lidarxistin.

Konê çalakiyê li rex Yarîgeha Şehîdên 12`ê Adarê ya li Qamişloyê hate vedan. Di roja duyemîn a çalakiyê de beşdaran wêneyên Rêber Abdullah Ocalan hildan û dayikên aştiyê cilên spî ku li ser nav ′Dayikên Aştiyê′ hatiye nivîsandin li xwe kirin.

Di çalakiyê de endamên saziyên xizmetguzarî, civakî, yekitiyên sivîl, tevgerên jinan, hiqûqî û ciwanan beşdar bûn.

Beşdaran bi zimanê Erebî û Kurdî diruşmêna ′Bê Serokê Jiyan Nabe′ û ′Bijî berxwedana Rêber Apo′ berz kirin.

′TEV LI MEŞA MEZIN BIN′

Di roja duyemîn de hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişlo Şemsê Xan Gulo bixêrhatina beşdaran kir û got gelê herêmê xwe dispêre bingeh û rêgezên Rêber Abdullah Ocalan. Şemsê bang li tevahî gel kir ku bi rihê şehîd Rûken, Ronahî û Sara tev li çalakiyên ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan bin.

Şemsê bang li şêniyan bi kal û ciwanên xwe kir ku li meşa saet 16:00′an li dar dikeve bin. Meş ji pêş konê çalakiyê dest pê dike.

′BERXWEDANEKE MEZIN RABER DIKE′

Hevserokê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Xerîb Hiso konê çalakiyê bi konê aştiyê û demokrasiyê wesifand û wiha got:"Berxwedan ji xebatên herî zehmet e, îro vîna gelan di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de ku berxwedana mezin a dîrokî raber dike, dimeşîne."

Hiso bal kişand ser tecrîdê û wiha domand: "Ji zêdetirî 25 salan ve Rêbertî di rewşeke zehmet de dijî. Ji ber ku her tim bangên teslîmbûnê red kirin û rêgez, nirxên exlaqî ji bo gelê xwe hilbijart hatiye dîlgirtin."

Hiso diyar kir ku tecrîd siyasî ye, da ku dengê wî ya azad negihîne derve û wiha pê de çû: "Ew siyaseta qirkirinê ye û di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî tevahî gelan tê meşandin."

Hiso anî ziman ku ev qonaxeke stratejîk û girîng e û wiha got: "Ger êriş li dijî me bin, wê demê vîn û berxwedana me xurt e. Heke siyaset û komplo hebin, wê demê em vîna xwe ji felsefeya Rêber Ocalan digirin û dê li hemberê li ber xwe bidin.”

Xerîb Hiso di dawiyê de bang li desteyên qanûnî û tenduristiyê kir ku hewldanên xwe zêde bikin ji bo ku serdana Îmraliyê bikin û ji rewşa Rêber Abdullah Ocalan piştrast bibin û got: “Êdî gelên berxwedêr li ser jiyana Rêbertî bi fikar in. Azadiya Rêber Abdullah Ocalan kilîta çareserkirina tevahî pirsgirêkên li herêmê ye.”

TECRID BI GELEK QONAXAN BERDEWAM E

Dûre parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Cawîd Caniş bi dîmen axivî û got tecrîd ji 1999`an ve bi gelek qonaxan berdewam e û êdî bûye dozeke cîhanî ku tevahî gelan eleqedar dike. Caniş destnîşan kir ku divê bi rêya lidarxistina çalakiyan, xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derkevin.

Piştî wê, qeyda dengê ya şehîd Rûken Zelal a ku 26`ê Îlona 2022`yan tevî şehîd Sara Goy çalakiyeke fedaî li dijî navenda polîsên Tirk li Mirsînê li dar xistiye, hate bihîstin.

Çaverê ye ku çalakî îro bi meşeke girseyî saet di 16:00`an de bi dawî bibe. Meş dê li pêşiya avahiya Komîseriya Bilind a Kar û Barên Penaberan a NY`yê ya li Qamişlo raweste.

(fr)

ANHA