Babayan: Gelê me naxwaze wek beşeke Azerbeycanê bijî

David Babayan bûyerên li Qerebaxê rû dane, lekeyeke şermê li eniya cîhana pêşketî ye.

Babayan: Gelê me naxwaze wek beşeke Azerbeycanê bijî
24 îlon, 2023   12:10

Şêwirmendê serokê Qerebaxê Davîd Babayan ji Reutres`ê re got Ermen li Qerebê dê biçin Ermenistanê ji ber ku naxwazin wek beşeke Azerbeycanê li wir bijîn û ji jenosidê bi fikar in.

Babayan got: “Gelê me naxwaze wek beşeke Azerbeycanê bijî. Ji sedî 99.9`ê wan dixwazin axa xwe ya dîrokî terk bikin.”

Her wiha diyar kir ku ne zelal e kengî 120 hezar ermenên Qerebaxê bi rêya korîdora Latçîn ji wir biçin.

Babayan wiha domand: “Çarenûsa gelê me dê wek lekeyeke şermê li eniya cîhana pêşketî di dîrokê de were nivisîn. Rojekê, dê berpirsên çarenûsa me, ji ber şaşî û gunehên xwe hesabê bidin.”

(şx)