′Li dijî xiyanetê bibin mertal′

Meclisa Navçeya Girkê Legê bang li tevahî hêz, tevger, partiyên Kurd û tevahî welatparêzên birûmet kir ku ji lîstikên PDK′ê û qirêjiyên dikevin xizmetî dijminê Kurdan û dijminê gelên herêmê hişyar bin û li dijî wan bibin mertal.

′Li dijî xiyanetê bibin mertal′
24 îlon, 2023   10:03

Meclisa Navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê bi daxuyaniyekê xiyaneta PDK′ê li dijî doza Kurdan şermezar kir.

Endamê meclisê Ebdurezqa El Salim daxuyanî xwend. Di daxuyaniyê de hate gotin di van demên dawîn de careke din xiyaneta bi nûnertiya PDK′ê ku ji dema damezrandina xwe dike, derket. PDK′ê tevkarî bi rejîma Îranê re ji bo tesfiyekirina Partiya Demokratî li Îranê di salên 1970′î de kir, her wiha tevkarî bi îstîxbarata dewleta Tirk re kir û tevgera Kurdî ya li Bakurê Kurdistanê tesfiye kir; Dr. Şivan û Sedî Alcî qetil kirin. Li Başûrê Kurdistanê jî PDK′ê şerê YNK′ê bi dirêjahiya çend salan kir, gelek welatiyên komunîst ên Kurd li başûrê Kurdistanê tesfiye kirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku tiştên hatine bibîrxistin asta girêdana PDK′ê ya bi serkêşiya Barzaniyan bi îstîxbarata SAVAK′ê ya Îranê, MÎT′a Tirk, Baasa Iraqê û Mossad a Îsraîlê re nîşan dide. Armancê vê tevahî ew e ku bi tenê Kurdistanê kontrol bike, tevahî partî, hêz, tevgerên rizgariya Kurdî û kesayetên neteweyî ku xizmetî gelên herêmê dikin red dike.

Di dawiyê de meclisê bang li tevahî hêz, tevger, partiyên Kurd û tevahî welatparêzên birûmet kir ku ji lîstikên PDK′ê û ‎qirêjiyên dikevin xizmetî dijminê Kurdan û dijminê gelên herêmê hişyar bin û li dijî wan ‎bibin mertal.‎

ANHA