Xelkê Siwêdayê xwepêşdanên xwe didomînin

Xwepêşandanên şêniyên Siwêdayî di meha 2`yan de berdewam in. Şênî banga pêkanîna biryara 2254 û başkirina rewşa jiyanî dikin.

Xelkê Siwêdayê xwepêşdanên xwe didomînin
Xelkê Siwêdayê xwepêşdanên xwe didomînin
Xelkê Siwêdayê xwepêşdanên xwe didomînin
Xelkê Siwêdayê xwepêşdanên xwe didomînin
23 îlon, 2023   13:05

Şêniyên bajarok û gundên Şehba herikîn qada Kerame û tev li serhildana xelkê Çiyayê El Ereb bû ku ev du meh in li dar e.

Xwepêşandêr banga veguhastina siyasî, xurtirina têgeha nenavendîbûnê, pêkanîna biryara 2254, dûrketina Beşar Esed ji desthilatê, guhertina hikumetê û başkirina rewşa jiyanî dikin.

Xwepêşandêran îro pankartên “Azadî”, “Sûriyeyî li her derê dixwazin tu biçî”, “Erê ji qada Kerame re” û gelek pankartên din hildan.

(şx)