Desteya Çandinî û Avdanê buhaya pembo aşkere kir

Desteya Çandinî û Avdanê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê buhaya tone pembo bi 800 dolar diyar kir. Her wiha destûr da ku hilberîn ji derveyî herêmê re bê hinatin.

Desteya Çandinî û Avdanê buhaya pembo aşkere kir
23 îlon, 2023   12:49

Desteya Çandinî û Avdanê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biryara bi hejmar 12 derxist û di biryarê de destnîşan kir ku piştî civîna Desteya Hevserokatiyê ya Meclisa Rêveber û Desteya Çandinî û Avdanê û li gorî nameya Meclisa Rêveber a bi hejmar 6122, ev biryar hate girtin;

1-Buhaya tone pembo 800 dolar e.

2-Destûr heye ku hilberîn ji derveyî herêmê re bê hinartin û di vî warî de dê tevahî hêsan bên pêşkêşkirin.

(şx)