​​​​​​​′Divê PDK′ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze′

Welatiyên bajarê Qamişloyê hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir û got, ev tevkarî derveyî çand û nirxên gelê Kurdistanê ye.

​​​​​​​′Divê PDK′ê lêborînê ji malbatên şehîdan bixwaze′
22 îlon, 2023   01:39

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) 14′ê Îlonê hêzên xwe ber bi navçeya Sîdekanê ya herêma Biradostê ya Başûrê Kurdistanê ve şandin û êrişî gerîlayên Kurdistanê kirin.

18′ê Îlonê li dijî avahiya nûnertiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) ya li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê êrişeke çekdarî hat kirin. Di encamê de endamê KNK′ê Denîz Cevdet Bulbun şehîd bû. Di heman rojê de balafirgeha çandiniyê ya Erbetê ya li Silêmaniyê bi balafireke bê mirov a bi çek hat bombekirin. Di encamê de 3 endamên Saziya Têkoşîna Dijî Terorê ya girêdayî YNK′ê şehîd bûn û 3 endamên din birîndar bûn.

Şêniyên kantona Qamişloyê hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk a dagirker re şermezar kir.

Welatiyê bi navê Salih Omer ê ji bajarê Qamişloyê anî ziman ku divê PDK′ê dev ji berjewendiyên malbatî û xiyanetê berde û diyar kir ku ji dehên salan ve û heta niha hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re dike da ku Tevgera Rizgariya Kurdistanê tune bikin.

Omer destnîşan kir ku plan û tifaqek di navbera PDK û dewleta Tirk a dagirker de li dijî gerîlayan hene û wiha got: "Gerîla zarokên me ne, em dev ji wan bernadin."

Omer her wiha anî ziman ku divê PDK′ê lêborînê ji malbatên şehîdên ku ji bo azadiya gel canê xwe dane re bixwaze û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em ê heta dilopa dawîn a xwînê li ser xeta şehîdan û fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan tê bikoşin."

Welatiya bi navê Nûra Gêlo ya ji navçeya Amûdê jî hevkariya PDK′ê ya bi dewleta Tirk  a dagirker re şermezar kir û got: "Dewleta Tirk a dagirker dijminê gelê Kurd û hewl dide hebûna Kurdan tune bike, ji ber vê yekê divê PDK′ê tevkariyê bi dijmin re neke û rêya dagirkirina xaka Kurdistanê rê jê re veneke."

Jina ciwan a bi navê Roj Mihemed a ji bajarê Qamişloyê got, xeta xiyanetê ya PDK′ê derketina ji adet û nirxê gelê Kurd e.

Roj Mihemed da zanîn ku gerîla hebûn, hêvî û azadiya gelan e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em soz didin em ê heta pêkanîna serkeftinê piştgiriya  gerîla bikin û şopdarên xeta şehîdan û ramanê Rêber Abdullah Ocalan bin."

(bb)

ANHA