Jinên ji Efrînê: Em ê bi hevgirtina gelan herêmên dagirkirî rizgar bikin

Jinên ji Efrînê diyar kir ku ew ê bi hevgirtina gelan dagirkeran têk bibin û herêmên dagirkirî rizgar bikin.

Jinên ji Efrînê: Em ê bi hevgirtina gelan herêmên dagirkirî rizgar bikin
22 îlon, 2023   00:35

Jinên ji Efrînê yên li Kampa Berxwedan ji ANHA′yê re axivîn û got ew ê bi hevgirtin û biratiya gelan Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê ji dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Dayika bi navê Selwe Şêxo diyar kir ku dê dagirker bi yekbûn û hevgirtina gelan têk biçe û ‎wiha got: "Em ê bi yekitiya gelan dagirkeriyê têk bibin û Efrînê rizgar bikin."

Her wiha dayika bi navê Suad Hesen wiha got: "Divê tevahî gel bibe yek da ku em ‎dagirkeriyê têk bibin û bi azad jiyan bijîn. Êdî bes e ji zihniyeta desthildaran re. Em ê bi hevgirtina ‎gelan zihniyeta desthildariyê hilweşînin."

‎

Dayika bi navê Meraş Mihemed jî destnîşan kir ku bi hevgirtina gelan ew ê tevahî herêmên ‎dagirkirî rizgar bikin û wiha got: "Dê yekbûn û hevgirtina gelan dagirkeriyê têk bibin û ‎herêmên dagirkirî werin rizgarkirin. Eger em bi hevparebûnê bi hev re nejîn em ê ‎her tim bi komkujiyan re rû bi rû bimînin."‎

‎(zş(

ANHA‎