​​​​​​​'Erka me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'

Şêniyên Efrînê diyar kirin ku tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan siyasî ye. Her wiha gotin ji bo bidawîkirina tecrîdê û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocelan dê tê bikoşin.

​​​​​​​'Erka me pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye'
21 îlon, 2023   23:38

Dewleta Tirk siyastên xwe yên li dijî Rêber Abdullah Ocalan didomîn. Ji 25'ê Adara 2021'an ve tu agahî ji Rêber Abdullah Ocalan nayê girtin.

Şêniyên Efrînê yên li Şehbayê siyasetên dewata Tirk şermezar kirin û azadiya Rêber Abdullah Ocalan xwestin.

Welatiyê bi navê Hisên Welo wiha got: "em tecrîda li ser Rêber Apo û bêdengiya dewletên navnetewî ya li hember rewşa Rêber Apo şermezar dikin. Rêber Apo ji 25'ê Adara sala 2021`an tu agahî jê nayê girtin. Em ê ji bo azadiya fizîkÎ ya Rêberê xwe her tim li çalakiyan bin. Her wiha divê CPT`yê jî bi erka xwe ya mirovî rabe."

Welatiya bi navê Nedîme Elo jî diyar kir ku bi saya fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan jin gihiştin asta xwe ya bi rêvebirinê û wiha got: "Divê em jin ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo her tim di nava têkoşînê de bin. Ji ber ku Rêber Apo felsefeya xwe di nava gelan de belav kir.  Dewlet desthildar ji fikir û felsefeya Rêber Apo ditirsin ji ber wê jî tecrîdê li ser wî girantir dikin. Em ê ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilintir bikin, her wiha divê erka me ya destpêkê azadiya Rêber Apo be.”

Girêdayî heman mijarê welatiyê bi navê Ebdulezîz Kuse diyar kir ku di serî de projeya neteweya demokratîk, paradîgmeya Rêber Abdullah Ocalan ji aloziyên bi hezaran salan ên li Rojhilata Navîn re çareserî ye û wiha got: "Ji lew re tecrîda li ser Rêbertiyê giran dikin û nahêlin parêzer wî bibînin. Bi rêya tecrîdkirinê dixwazin armancên xwe yên siyasî li Rojhilata Navîn pêk bînin û tawîzan ji gelê Kurd bistînin."

(zş)

ANHA