Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê

Bi boneya salvegera  yekemîn a Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê şevbuhêreke stran û helbestan hat lidarxistin.

Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
Bi stran û helbestan piştgirî dan Serhildana Rojhilat û Îranê
21 îlon, 2023   19:24

Yekitiya Rewşenbîr û Hunermendan a Herêma Cizîrê bi boneya salvegera yekemîn a Serhildana "Jin, Jiyan, Azadî" ya li Rojhilatê  Kurdistanê û Îranê û ji bo piştgiriya serhildanê şevbuhêreke stran  û helbestan li navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişloyê li dar xist.

Şevbuhêrk bi dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî",  bi amadebûna endamên yekitiyê, hejmareke, wêjevan, hunermend û helbestvan hat lidarxistin.

Di şevbuhêrkê de endama TEV-DEM′ê Cîhanê Hisên berxwedana jinan a li hember zordariyê silav kir  û got,  "Bi saya ramanê Rêber Abdullah Ocalan şoreşa jinan a li Rojhilatê Kurdistanê li seranserî cîhanê belav bû û jinan bi rêya vê şoreşê hişmendiya zilamperestî têk bir û bi hezaran jinên cîhanê tev lê bûn"

Piştre sînevîzyonek li ser serhildana jinan a li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê û jiyana Jîna Emînî hat pêşandan.

Piştre helbestvanan helbest li ser Jîna Emînî û serhildanê xwendin. Hunermend Sîmav Darî û Komîa Şehîd Sakîne stran gotin.

Şevbuhrêk bi diruşmên silavkirina berxwedana jinan bi dawî bû.

(mh)

ANHA