​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn

Li Reqayê 85 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin bibîranîn.

​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
​​​​​​​Li Reqayê cangoriyên azadiyê hatin bibîranîn
21 îlon, 2023   19:00

Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê merasîmê bîranîna 85 cangoriyên azadiyê li Goristana Şehîdan a li gundê Hikumiyê yê bakurê bajar li dar xist. Malbatên şehîdan, şervanên QSD û Hêzên Erka Xweparastinê, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn , saziyên sivîl û leşkerî, Kombûna Jinan a Zenûbiya, endamên partiyên siyasî, Meclisa Sivîl a Reqayê û şêx û rûspiyên eşîran beşdarî merasîmê bûn. 

Merasîm bi deqeya rêzgirtin û turana leşkerî ya şervanên Meclisa Leşkerî ya Reqayê dest pê kir. Piştre bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan endamê meclisê Meter El Şehel axivî û got: "Em li vir kom bûne da ku şehîdên xwe yên leheng ên bi bîr bînin ku ji bo me û ji bo vî welatî canê xwe feda kirine. Bi saya şehîdan em ji tariyê rizgar bûn. Em ê şopdarên xeta şehîdan bin. Em li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê me bi hezaran şehîd û birîndar ji bo vî welatî dan."

Bi navê QSD′ê endamê Meclisa Leşkerî ya Reqayê Ehmed El Ehmed axivî û diyar kir ku ew ê şopdarên xeta şehîdan bin û ewlehiya herêmê biparêzin.

Dayika şehîd Mihemed Omer El Taha, Nahîd Elî jî axivî û got: "Silavên bi rihê serferaziyê ya bi xwîna şehîdan û bêhna yasmîna. Bi navê xwe û bi navê xelkê Idlibê em bejna xwe li hemberî şehîdan ditewînin ku ji bo vî welatê berdêlên giranbuha dane da ku aştî li Sûriyeyê pêk were. Em ê şopdarên xeta şehîdan bin heta her bihostek ji xaka Sûriyeyê were rizgarkirin."

Di dawiya merasîmê de turaneke leşkerî hat lidarxistin û mûm li ser gorên şehîdan hatin vêxistin.

(bb)

ANHA