HAT′ê li Dêrazorê 3 çete girtin

HAT′ê yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakurê Dêrazorê 3 çete girtin ku destên wan di kiryarên xirabkirinê yên vê dawiyê yên li Dêrazorê de hebûn.

HAT′ê li Dêrazorê 3 çete girtin
21 îlon, 2023   18:44

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Hêzên Antî Teror (HAT) yên girêdayî Hêzên Ewlekariya Hundirîn li bakurê Dêrazorê operasyonek li dar xist û 3 çete girtin.

Di daxuyaniyê de ev agahî hatin parvekirin:

"Hêzên me yên taybet ên H.A.T′ê îro ′21′ê Îlonê′ li Dêrezorê  3 çete girtin ku têkiliyên wan bi bûyerên xerabkirinê yên vê dawiyê de çêbûne û girêdana wan bi aliyên derve ve jî hebûn.

Di çarçoveya çalakiyên serketî yên hêzên me yên li dijî rêxistinên terorî de û ji bo paqijkirina herêmên me ji şaneyên wê, piştî tevgera şopandinê ya ji aliyê saziya ewlehiya giştî ve, hêzên me avêtin ser malên 3 kesên ku girêdana wan bi derve re hene û hewl dan li Dêrazorê fitneyan derxin û ewlehî û aramiya wê têk bibin. Hêzên me her sê kes girtin û çek û çebilxaneyên bi wan re desteser kirin.

Tivingek RBK

2 damance

2 narincok (bombeyên destan)

3  çekên kilaşinkovê

15  cercûr

387 mermî

2 pereyên DAIŞ′ê

Rûxsetek çekan

 2 rext

5 telefonên destan

Ev operasyon baldariya hêzên me li ser ewlehiya her şibrek ji xaka me û berdewama operasyonên ewlehiyê bi şopandina bermayên çeteyan, paqijkirina herêmên me ji her gef û metirsiyê û dorpêçkirina wan bi ewlehî û aramiyê piştrast dike."

(fr)

<iframe width="739" height="415" src="https://www.youtube.com/embed/tu5Jl9BllBM" title="قواتنا الخاصة H.A.T تنفذ عملية نوعية شمال دير الزور" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>