Cenazeyê şehîd Denîz Cevdet Bulbun wê sibe ber bi Bakur ve bê oxirkirin

Cenazeyê endamê KNK’ê û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun wê sibe radestî malbatî wî bê kirin û li avahiya Nûnertiya KNK’ê wê bi merasîmeke bi heybet bi malbata wî re ber bi  Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.

Cenazeyê şehîd Denîz Cevdet Bulbun wê sibe ber bi Bakur ve bê oxirkirin
21 îlon, 2023   19:04

Piştî temambûna rêyên hiqûqî, cenazeyê endamê KNK’ê û nûnerê wê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun ku di encama êrişeke çekdarî ya di 18’yê Îlonê de li navenda Nûnertiya KNK’ê ya Başûrê Kurdistanê ya li bajarê Hewlêrê hatibû qetilkirin, tê payîn sibe radestî malbata wî bê kirin û li navenda KNK’ê bi merasîmeke bi heybet ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin.

Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ji bo oxirkirina cenazayê Şehîd Denîz Bulbun wê sibe li ofîsa xwe ya Hewlêrê di saet 08:00’an de merasîmekê lidar bixe. Cenazeyê şehîd Denîz wê bi merasîmeke bi heybet bi malbata wî re ber bi Bakurê Kurdistanê ve bê oxirkirin û li wir bê spartin. Dê parlamenterên Partiya Çepên Kesk Sumeyye Boz û Vezîr Parlak jî bi malbatê re bin.

Cenazeyê şehîd Denîz wê li gundê Dêlezê yê girêdayî navçeya Geverê ya Colemêrgê bi merasîmeke bi heybet bê veşartin.