​​​​​​​Li Hesekê zarokek hate qetilkirin - nukirin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê bi awayekî ketober bi gule û moşekan bi hev ketin, di encamê de moşekek li malekê ket û zarokek li hate qetilkirin.

​​​​​​​Li Hesekê zarokek hate qetilkirin - nukirin
21 îlon, 2023   17:38

Pevçûn û hedefgirtinên ketober di navbera hêzên hikumeta Şamê û çeteyên Dîfa El Wetenî li çargoşeya ewlehiyê ya Hesekê de ji 2 rojan ve dewam dikin.

Ji ber hedefgirtinên ketober û avêtina moşekan, moşekek li maleke taxa Kelasê ya Hesekê ket, di encamê de zarokê bi navê Yûsif Zêdan Mihemed (2) hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên ajansa me bi dest xistine, zarokê bi navê Yûsif û malbata wî ji Dêrazorê ne û ji ber pevçûnên li wir koçberî Hesekê bûn û li mala xizmekî xwe bi cih bûn.

(fr)