Xwepêşandanên Siwêdayê bi daxwaza pêkanîna biryara 2254′an didomin

Şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe di meha duyemîn de bi daxwazên pêkanîna biryara 2254′an û çûyîna Esed dewam dikin.

Xwepêşandanên Siwêdayê bi daxwaza pêkanîna biryara 2254′an didomin
21 îlon, 2023   17:54

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku şêniyên Siwêdayê xwepêşandanên xwe li qada Keramê bi beşdariya bi dehan welatî didomînin û banga pêkanîna biryara 2254′an dikin.

Ev 2 meh in xwepêşandanên Siwêdayê li qada Keramê didomin ku şênî daxwaza guhertina siyasî û pêkanîna biryara 2254′an û çûyîna Esed û pêşxistina rewşa aborî û jiyanî dikin.

(mh)