Li Stenbolê 3 kes hatin girtin

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê 3 kesên 17’ê Îlonê hatibûn binçavkirin hatin girtin.

Li Stenbolê 3 kes hatin girtin
21 îlon, 2023   10:44

Li navçeya Esenyurtê ya Stenbolê polîsên Tirk bi operasyoneke hemwext bi ser gelek malan de girtibûn û welatiyên bi navê Abdullah Gurkan, Mervan Yilmaz û Suleyman Mîntaş binçavkiribûn. Kesên binçavkirî îro derxistin Edliyeya Çaglayanê.

Dadgehê bi awayekî kêfî û sîstematîk bi hinceta “endamên rêxistinê ne” û “propagandaya rêxistinê kirine” girt. Her sê welatî birin Girtîgeha Metrîsê.