Li Efrînê jinek hat qetilkirin

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye diyar kir ku li navçeya Mabeta ya kantona Efrînê ya dagirkirî jineke 40 salî hate qetilkirin.

Li Efrînê jinek hat qetilkirin
21 îlon, 2023   10:38

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriye li se rûpela xwe ya Facebookê diyar kir ku xelkê gundê Avrazê yê navçeya Mabeta ya Efrîna dagirkirî 18. 09.2023′yan cenazeyek welatiyek Kurd bi darê hejîrê li nava zeviya zeytûnê ya li nêzî çatrêya gundê Gobekê hatiye daliqandin dîtiye.

Navê jina 40 salî, Heyat e, ji gundê Qeregolê yê navçeya Bilbilê ye. Li gundê Avrazê bi ximzekî xwe re zewiciye. Cenazeya wê li goristana taxa Zêdiyê ya navenda Efrînê ji hêla xizmên wê ve hate veşartin.

Piştî artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, sûcên qetilkirin, revandin, îşkencekirin û tecawzîkirinê zêde bûne.

(fr)