Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin

Şêniyên Qamişlo sersaxî dan malbata şehîd Eymen Colî û malbata şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Dawûd û ji bo parastina destkeftiyên şehîdan teqezî bi berdewamkirina têkoşînê kir.

Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
Şêniyên Qamişlo: Em ê ji bo parastina destkeftiyên şehîdan tê bikoşin
20 îlon, 2023   13:32

Bi sedan şêniyên Qamişlo, endamên meclisên sivîl, xizmetguzarî û Meclisa Malbatên Şehîdan, endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn tev li merasîma sersaxiyê ya şehîd Eymen Colî û şervanê Hêzên Erka Xweparastinê Cuma Dawûd bûn.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Fatme Casim di merasîma sersaxiyê de axivî û sersaxî da malbatên şehîdan.

Fatme got: “Şehîd, rêberên me yên manewî ne. Wan di oxirê parastina gel û axa xwe de canê xwe feda kir."

Dûre endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Şêx Hesan axivî û got: “Bi fedakariyan welat azad dibin. Berxwedana me ta em bigihêjin serkeftinê berdewam e. Yên bi edaleta doza xwe bawer in bi bin nakevin.”

Berdevkê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mihemed Zêdan axivî û sersaxî da malbatên her du şehîdan û got: “Em bejna xwe li ber mezinahiya şehîdan ditewînin ku ji bo parastina destkeftiyên şoreşê canê xwe feda kirin.”

Zêdan soza şopandina rêya şehîdan da.

Her wiha endama Koordînasyona Kongra Star Hêvî Silêman axivî û got: “Em ê ji bo bi destxistina armancên xwe dê tê bikoşin. Em serî ji siyasetên wan re natewînin. Em ê li ser şopa fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan têkoşînê berdewam bikin.”

Di dawiya merasîmê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatin kirin.

(şx)

ANHA