Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî

Bi boneya salvegera 20’an a damezirandina PYD′ê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û şahî hatin lidarxistin.

Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
Bi boneya 20 saliya PYD′ê şahî û çalakî
20 îlon, 2023   13:04

Bi boneya derbasbûna 20 salan di ser damezirandina Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) re, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakî û şahî tên lidarxistin.

Çalakî bi dirûşma “20 sal têkoşîna me ya pêkanîna projeya neteweya demokratîk, azadiya jinan û Sûriyeyeke demokratîk berdewam e” li dar dikevin.

Di çalakiyan de bi sedan şêniyên herêmê, li kêleka endamên PYD′ê, nûnerên partiyên siyasî, rûspiyên eşîr û şêxên eşîrên li herêmê, nûnerên saziyên civaka sivîl û nûnerên ji Rêveberiya Xweser beşdar bûn.

Li Reqa û Minbicê şahî hatin lidarxistin û bi vê boneyê PYD′ê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin ji ber stratejiya xwe PYD bi gelek siyasetên dijber re rû bi rû ma. Ew siyasetên dijberiyê bi hevkariya komên neteweperest, pergalên desthilatdar pêk hatin. Wan hewl da vê partiyê tesfiye bikin, bi sedan endamên wê xistin girtîgehan û îşkence lê kirin û şehîd bûn; mîna Şîlan û hevrêyên wê Ehmed Hisên, Osman Dadelî, Îsa Hiso û Xalid Kotî.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ji dema partî hatiye damezirandin hewl dide civakeke exlaqî-polîtîk ava bike, pergaleke nenavendî ya demokratîk li Sûriyeyê ava bike, her wiha pergala hevserokatiyê bi pêş xist.

Li Reqayê şahî bi xelatkirina endamên nivîsgeha PYD′ê ji hêla endamên Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ve bi dawî bû.

Li Minbicê jî şahî bi dîlanan bi dawî bû.

Li Til Hemîsê jî endama Meclia Navçeya Til Hemîsê Belqîs El Ebdullah salvegera PYD′ê pîroz kir.

Hevserokê PYD′ê yê Til Hemîsê Xalid Sedon got PYD di rêxistinkirina civakê de bi ser ket, her wiha armancên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên pêşerojê parastin.

Endama Kongra Star a navçeyê Hela Casim jî bal kişand ser rola PYD′ê di rizgarkirina jinan ji zîhniyeta baviksalar de, gihandina jinan ber bi asta fêmkirina maf û erkên xwe û xwebirêxistinkirina ji bo parastina mafên xwe.

Hevserokê Partiya Muhafazekaran a Til Hemîsê Îbrahîm El Ferec jî rola PYD′ê ya yekkirina tevahî pêkhateyan pîroz kir.

Her wiha hevserokê Partiya Sûriya Pêşerojê ya Til Hemîsê Mihemed Deham got PYD xwedî yekane pêşniyara çareserkirina krîza Sûriyeyê bû.

Li Şedadê ya Hesekê civîneke girseyî bi vê boneyê hate lidarxistin, li wir endamê rêveberiya PYD′ê ya navçeyê Fadil Ehmed qonaxên damezirandina PYD′ê û nêrîna wê ya pêkanîna demokrasî û edaleta civakî şîrove kir.

Ehmed diyar kir ku PYD pabendî nirx û rêgezên xwe ye, her wiha pabendî pêkanîna armancên gel e.

Çaverê ye êvarî bi heman boneyê şahî û çalakî li herêmên din werin lidarxistin.

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/L6wNidz6ci0?si=e6hzKoQuHSBpX8DI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture; web-share" allowfullscreen></iframe>