Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî bi dawî bû.

Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer bi dawî bû
19 îlon, 2023   17:40

6′emîn Mîhrîcana Şehîd Ronahî Bawer a Govendên Gelêrî li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran a bajarokê Rimêlanê yê kantona Qamişlo bi dawî bû.

Mîhrîcan di 16'ê Îlonê de bi dirûşma "Her govendek çîrokek e û her çîrokek dîrokek e" dest pê kiribû. 23 komên govendê yên ji pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asur û Ermen ên ji Helebê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê beşdar bûn.

Di roja dawîn de koma Esala ya  ji Til Hemîs govendek bi navê "Deha û Debket Çopî" pêşkêş kir ku  civatên erebî û sembola qehweya erebî nîşan da. Piştre koma Gulan Zelal a ji Rimêlanê jî govendeke tabyet bi herêma Mêrdînê pêşkêş kir, koma Şehîd Mizgîn jî bi govendekê bal kişand ser rêbazên çandiniyê di dema berê de û amûrên ku tê de dihatin bikaranîn.

Her wiha, koma Çiyayê Kurmênc a ji Efrînê bi govendekê jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyan de û berxwedana dîrokî ya 58 rojan a li dijî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nîşan dan.

Piştre, koma Til Temirê 5 govendên folklorî pêşkêş kirin û çanda Asur û şerên li dijî wê û hevgirtina Asûriyan li dijî dagirkeriyê nîşan dan. Koma Şehîd Welat a ji Qamişloyê bi govendên xwe bal kişand ser rastiya civakê û adetên Kurdan.

Di dawiyê de komîteya amadekar a mîhrîcanê komên beşdar xelat kirin.

(mh/bb)

ANHA