Li herêmên bêçek serbazekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin

Hêzên hikumeta Şamê û çeteyên El Fetih El Mubîn li sê eniyên herêmên bêçek bi hev ketin. Di encamê de serbazekî hikumeta Şamê hate kuştin.

Li herêmên bêçek serbazekî hêzên hikumeta Şamê hate kuştin
19 îlon, 2023   12:39

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku di topbaran û şerê navbera çeteyên Fetih El Mubîn û hêzên hikumeta Şamê de li eniyên rojavayê Helebê yên herêma bêçek, serbazekî hikumeta Şamê hate kuştin.

SOHR`ê diyar kir ku vê sibê hêzên hikumeta Şamê  eniyên Sirmeniye yê rojavayê Idlibê, derdora bajarokê Fitîra, Kensefrê yên başûrê Idlibê topbaran kirin.

SOHR`ê da zanîn ku heta niha tu agahiyên der barê windahiyên canî de nehatine bidestxistin.

(şx)