Esed pêncşemê diçe Çînê

Rojnameya El Exbar a Lubnanê da zanîn ku serokê hikumeta Şamê Esed roja pêncşemê dê serdana Çînê bike.

Esed pêncşemê diçe Çînê
19 îlon, 2023   12:31

Rojnameya El Exbar a Lubnanê agahiyên xwe spartin serokatiya hikumeta Şamê û ragihand ku Beşar Esed vexwendineke fermî ya ji serokê Çînê Xi Jinping bersivandiye.

Serokatiya hikmeta Şamê diyar kir ku dê Beşar Esed roja pêncşemê serdana Çînê bike û dê bi serokê Çînê re bicive.

Çavkaniyên dîplomatîk ji rojnameya El Exbar a Lubnanê re diyar kiribû ku şandeyek payebilind dê di demeke nêz de serdana Çînê bike û bi berpirsên Çînê re têkiliyên dualî û rola Çînê di piştgiriya Sûriyeyê de ji bo derbaskirina krîza xwe ya aborî, nîqaş bikin.

Rojnameyê li ser zimanê berpirsên hikumeta Şamê anî ziman ku dê serdan ′pir girîng′ be.

Ji 2004′an ve ev serdana yekemîn a Esed ji Çînê re ye.

(fr)