Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê: Dijmin ji yekitiya Kurdan ditirse

Têkildarî êriş û qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun li Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn. Di daxuyaniyê de hate gotin “Bi vê êrişê hate dîtin ku dijminên me çend ji yekitiya neteweyî ditirsin.”

Nûnertiya KNK’ê ya Hewlêrê: Dijmin ji yekitiya Kurdan ditirse
19 îlon, 2023   12:24

Duh li Hewlêrê bi çekan êrişî avahiya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) hate kirin. Di êrişê de nûnerê KNK’ê yê Başûrê Kurdistanê Denîz Cevdet Bulbun hat şehîdkirin.

Der barê êrişê de li Nûnertiya KNK’ê ya li Hewlêrê daxuyaniyek hate dayîn. Daxuyanî ji aliyê hevseroka KNK’ê Zeyneb Murad ve hate xwendin û wiha hate gotin: “Em destpêkê qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun şermezar dikin, ev êriş ne asayî ye. Hedefgirtina ofîsa KNK’ê ya li Hewlêrê, hedefgirtina xebata yekitiya neteweyî û hemû gelê Kurd e.

Ev kiryara terorîstî ne tenê suc û desdirêjiya li dijî canê endamekî KNK’ê û çalakvanekî siyasî ye, di heman demê de destdirêjiya li ser xaka Kurdistan û ewlehiya Hewlêrê ye. Dijminên me bi van êrişan nîşan didin ku ew çend bi yekitiya me nerehet in û ji xebata yekitiya neteweyî ditirsin. Ji ber ku yekitiya Kurdan bersiva li dijî planên dagirkeran ên ser gelê me û tevgera azadiya Kurdan e.”