‘Tolhilanîna şehîdan erka li ser her kesî ye’

Xelkê Qamişloyê şehîdên Hêzên Ewlekariya Hundirîn û Hêzên Erka Xweparastinê li Goristana Şehîd Delîl Sarûxan bi merasîmekê oxir kirin. Şêniyan diyar kir "Êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker israra me ya têkoşînê û tolhilanîna şehîdan lawaz nakin."

19 îlon, 2023   12:21

Bi hezaran şêniyên Qamişloyê beşdarî merasîma oxirkirina endamê Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd Eymen Çolê û endamê Hêzên Erka Xweparastinê şehîd Cuma Dawûd bûn. Eymen Çolê di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de di 17′ê Îlonê de û Cuma Dawûd jî di 12′yê Îlonê de ji ber krîza dil şehîd bûbû.

Di merasîmê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mihyedîn Hesen sersaxî ji malbatên her du şehîdan re xwest.

Hesen diyar kir ku beşdariya girseyî ya gel di merasîmê de rastiya hevgirtina pêkhateyan li pêş êriş û sûcên dewleta Tirk a dagirker nîşan dide û wiha domand: "Em li hember siyasetên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û êrişên wê hevgirtî ne."

Hevserokê Desteya Hundirîn a Herêma Cizîrê Kenan Berekat jî got: "Êrişên qirkirinê yên li dijî gelan ne tenê li dijî erdnîgariyekê yan jî pêkhate yan jî partiyekê ne, tiştê li Hewlêr û Başûrê Kurdistanê rû daye, asta êrişên dewleta Tirk nîşan dide."

Berekat got erka hemû welatiyan e ku tola şehîdan hildin û li ser şopa wan bimeşin.

Endamê Desteya Rûspiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şêxê êla Tey Hesen Ferhan jî rola gel û hevgirtina wî li dijî êrişên qirkirinê û siyasetên şerê taybet ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê pîroz kir.

Di dawiyê de wesîqeyên her du şehîdan hatin xwendin û radestî malbatên wan hatine kirin û şehîd li goristanê tevî dirûşmên ′Şehîd namirin′ hatin veşartin.

(fr)

ANHA