Bendava Tişrin vediguhere zeviyek zuwa

Ji hin dîmenên li nêzî bendava Rojava (Tişrînê) hatine kişandin, rewşa dawî ya çemê Firatê xuya dibe ku daketiya asta herî kêm ku di dîrokê de tu carî wisa nebû. Ji ber ku dewleta Tirk a dagirker ji derdora 3 salan ve, ava çemê qut dike.

Bendava Tişrin vediguhere zeviyek zuwa
19 îlon, 2023   07:10

Ji dîmenên ku ajansê me kişandin ve, rewşa çemê Firatê di geliyekî de ku firehiya wê 3 kîlomtre ne nîşan dide çawa ava çemê kêm bûye.

Dewleta Tirk a dagirker ji Çileya 2021`an ve lihevkirina sala 1987`an a di navbera wê û Sûriye û Iraqê de hatiye îmzekirin, bin pê dike û ava çemê Firatê bernade.

Para Sûriyeyê ji çemê di her saniyeyekê de 500 metrekab e. Para Iraqê jî ji sedî 60`ê para Sûriyeyê ye. Li gor çavdêran, dewleta Tirk a dagirker ji gelek salan ve, av kiriye çekek û li dijî herêmê bi kar tîne.

Kêmbûna avê li ser jiyana bi milyonan kes xetere ye û bandor li qadên çandiniyê û pîşeyî dike.

Ji ber ku çemê Firatê jêdera sereke ya ava vexwarinê ji bo Minbic, Kobanê, Reqa, Dêrazorê û Helebê, qutbûna wê li ser peydakirina ava vexwarinê, avdanê û tevahî xebatên têkildarî avê xetere ye.

Kêmbûna wê jî di aliyê dayîna kehrebeyê de bandor li kendavan dike. Her wiha ji ber kêmbûna avê, miqdarên mezin ên masiyan û zindiyan telef bûn.

Rêveberiya Bendavan demeke berê bang li hêzên navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kiribû ku destwerdanê bikin û “kiryarên hovane û şantajên Tirkiyeyê” rawestînin.

Dirêjahiya çemê Firatê ji çavkaniya wê li Bakurê Kurdistanê û ta dawiya wê li Kendava Erebî 2 hezar û 800 kîlomtre ye. Dirêjahiya çemê di nav Sûriyeyê de 610 kîlomtre ye. Li kêlek beravên wî bi dehan bajar û bajarok hene. Ji Cerablusê li bakur ta Bû Kelamê li rojhilatê Sûriyeyê.

(şx)

ANHA