Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin

Ji ber ambargoya giran ku hikumeta Şamê ferz kiriye, Şaredariya Gel a taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li şûna qîrê rêyan bi çementoyê sererast dike.

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rê bi çementoyê tên sererastkirin
19 îlon, 2023   06:21

Ji ber ambargoya ku hikumeta Şamê li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê ferz kiriye ku nahêle pêdiviyên sereke yên jiyanî derbas bibin, Şaredariya Gel a her du taxan li gorî derfetên di destê xwe de xebatên xizmetguzariyê pêk tîne. Şaredariya Gel ji ber tunebûna qîrê rêyan bi çementoyê sererast dike. Ew çemento jî bi rêya hinek bazirganan hatiye peydakirin.

Şaredariya Gel hewl dide beriya zivistanî hezar mîtrekab bi hezar tûrbên çementoyê sererast bike. 15 karker xebatên sererastkirina rêyan dikin.

Çavdêrê sererastkirina rêyan endazyar Hisên Ehmed got, binesaziya lawaz a her du taxan li pêşiya xebatên wan dibin asteng.

Paşguhkirina her du taxan a beriya aloziya Sûriyeyê ji aliyê hikumeta Şamê ve, êrişên  komên çete yên dewleta Tirk a dagirker ku navbera salên 2012 û 2016′an hatibûn kirin, her wiha erdheja ku îsal pêk hatibû sedemên lawaziya binsaziya her du taxan in.

Ehmed destnîşan kir ku qedexekirina derbaskirina hêmanên pêwîst ji bo çaksaziyê li pêşiya xebatên wan ên ji bo şêniyên her du taxan dibin asteng.

Ehmed diyar kir ku temenê çemento nêzî 5 salan didome û ev jî çareseriyeke awarte ya alternatîf a li şûna qîrê ye.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku bendên kontrolê yên hikumeta Şamê dorpêça xwe ya li ser herdu taxan didomînin û rê nadin sotemenî û hêmanên sereke yên pîşesazî û avahîsaziyê derbas bibin û miqdarên mezin ên pereyan ji şêniyan distînin.

(mh)

ANHA