Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû

Di civîna salane ya Akademiya Star a Perwerdeyê ya Helebê de teqezî bi lidarxistina perwerdeyên dîtin ji bo jin û mêran hat kirin.

Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû
Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû
Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû
Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû
Lidarxistina perwerdeyên dîtir ji bo mêr û jinan rojeva civîna salane ya Akademiya Star bû
17 îlon, 2023   15:31

Akademiya Star a Perwerdeyê ya Kongra Star civîna xwe salane li taxa Şêxmeqsûd a Helebê li dar xist. Di civînê de Komîteya Perwerdeyê ya Kongra Star û nûnerên komîteyên perwerdeyê yên saziyên sivîl û xizmetguzarî û partiyên siyasî beşdar bûn.

Di serî de rêvebera Akademiya Star Arjîn Amed perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê girîngiya perwerdeyê de ji bo avakirina civakeke siyasî ya saxlem, xwendin.

Piştre, rapora salane ya akademiyê ji aliyê endama Komîteya Perwerdeyê Şîlan Xelîl ve hat xwendin. Di raporê de  rewşa siyasî, rewşa jinan û ya Rêber Abdullah Ocalan, şerê gel ê şoreşgerî û  çalakiyên akademiyê yên salekê hatin diyarkirin.

Piştre deriyê nîqaşê li ber beşdaran hat vekirin ku wan jî pêşinyarên xwe anîn ziman. Ev pêşniyar dê bikevin plansaziya akademiyê ya sala bê.

Endama Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Roşîn Îbrahîm destnîşan kir ku pêşketin û rizgarbûn ji perwerdeyê dest pê dikin û got: "Bi rêya perwerdeyê em dikarin xwe bigihîjin tiştê ku em dixwazin."

Roşîn wiha lê zêde kir: "Perwerdeya baş berdewamiya civakan misoger dike, ji ber wê jî divê kesê ku perwerdeyê dide pispor û xwedî li erkê xwe derkeve."

Rêvebera Akademiya Civaka Demokratîk Suad Hesen wiha axivî: "Rêbaza rast û nêzîkatiya guncaw û îradeya azad, encamên perwerdeyê ne, ne ji perwerdeyê ba civak bê rêxistin dimînin."

Suad destnîşan kir ku perwerde zehmetiyên mirov kêm dikin, fikr û ruhê wî dewlemend dike û wî fêr dike çawa ji aloziyan derkeve û got: "Ji ber wê jî perwerde rêbaza çareserkirina dozan e."

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû ku navaroka wê wiha ye:

Vekirina perwerdeyan ji bo mêran, vekirina perwerdeyên girtî yên jinan, perwerdekirina bi zimanê Kurdî û domandin perwerdeya kesên perwerdekirî ji bo pêşxistina performans û xebatên wan.

(mh/şx)

ANHA