Naz Sadûn wefat kir

Dayika şehîd Xoşman û Reyhan Îsmaîl, Naz Sadûn di encama krîza dil de wefat kir.

Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
Naz Sadûn wefat kir
17 îlon, 2023   12:49

Naz Sadûn di temenê 85 saliyê de wefat kir. Naz di 1988′an de tevgera azadiya Kurdistanê nas kir û ji xort û keçên xwe re got tev li têkoşîna gelê Kurd bin.

Naz di nava tevahî zarokên malbatê de rihekî neteweyî belav kir, li gorî wê Xoşman Îsmaîl di 1990 de tev li HPG′ê û di 1991′ê de li Botanê şehîd bû.

Keça Nazê, Reyhan Îsmaîl jî di 1994′an de tev li HPG′ê bû û di 1999′an de li herêma Zagrosê şehîd bû.

Bi girseya gel ji xelkê Dêrikê û saziyên wê Naz li goristana gel a Dêrikê hate veşartin.

(fr)