SOHR: Di lehiya Lîbyayê de 110 sûriyeyî mirin

SOHR′ê diyar kir ku di lehiya li bajarê Dernayê yê rojhilatê Lîbyayê de çêbûye 110 sûriyeyî mirin û zêdetirî 100 jî winda ne.

SOHR: Di lehiya Lîbyayê de 110 sûriyeyî mirin
17 îlon, 2023   07:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyên taybet ji Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê ( SOHR) re got di bahoza Danîel a li bajarê Dernayê yê rojhilatê Lîbyayê de çêbûye 110 sûriyeyî mirin û zêdetirî 100 sûriyeyî winda ne û hîna lêgerîn dewam dike.

Heman çavkaniyan diyar kir ku 62 kes ji Şamê, gundewarên wê, Dera û Helebê ne û bi navê hatine belgekirin.

Li gorî NY′yê ku agahiyên xwe dispêre Heyva Sor a Lîbyayê, di lehiya li bajarê Dernayê yê rojhilatê Lîbyayê de 11 hezar û 300 kes mirine.

Nivîsgeha Koordînasyona Kar û Barên Mirovî ya Neteweyên Yekbûyî  da zanîn ku hîna 10 hezar û 100 kes winda ne û li derveyî Dernayê jî 170 kesan jiyana xwe ji dest da.

(fr)