“Guheritnên civakî, çandî û olî yên aloziya Sûriyeyê” navnîşana semînerekê li Reqayê

Desteya Ciwan û Werzîşê ya Reqayê ji bo şîrovekirina guhertinên siyasî, semînereke bi navnîşan “Guheritnên civakî, olî, çandî yên aloziya Sûriyeyê” li dar xist.

“Guheritnên civakî, çandî û olî yên aloziya Sûriyeyê” navnîşana semînerekê li Reqayê
13 îlon, 2023   15:05
REQA

Desteya Ciwan û Werzîşê, Yekitiya Werzîşê û Meclisa Werzîşê ya Reqayê, Komîteya Ciwan û Werzîşê ya Meclisa Sivîl a Reqayê, Yekitiya Jinên Ciwan û ciwanên şoreşger, semîner bi navîşan “Guheritnên civakî, olî, çandî yên aloziya Sûriyeyê” li hola Tac a Reqayê li dar xist.

Endamê Nivîsgeha Şêwiriyê ya Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed El Boş axivî û beşa yekemîn û duyemîn a semînerê bi rêve bir ku li ser guhertinên civakî û olî bû.

Beşa sêyemîn jî ya guhertinên çandî bû ku El Boş der barê de got: “Guhertinên çandî bi awayekî neyînî bandor li civakê kir ku xuyanga bajar, kolanan û pirtûxaneyên kevnar ên xwedî taybetmendiyên çandî guher. Yek jê Pirtûkxaneya El Zehra ya Şamê veguherî xwaringehekê. Pirtûxaneya Meyselon bû dikaneke diravê.”

Beşdaran beşên semînerê gotubêj kirin û nêrînên xwe parve kirin. Jê, nêrîna şêwirmenda qanûnî ya Desteya Ciwan û Werzîşê Mecid Cedîl ku behsa guhertina demografiyê ya li Sûriyeyê pêk tê û çawa gelek bi gelekî din tê guhertin.

Hevseroka Yekitiya Werzîşê ya Reqayê Necwa Ebû Riz jî balkişand ser girîngiya têkoşîna li hember diyardeyên li bajêr derketine mîna narkotîkê û got: “Divê em bi hêzên ewlehiyê re hevgirtî bin ji bo ku pêşî li vê diyarfeyê bê girtin. Divê saziya çavdêriyê çalak bibe da ku hesab ji wan kesan bê pirsîn.”

Hevseroka Ciwanên Şoreşger şaxê Reqayê Buşra El Ehmed jî destnîşan kir ku divê malbat bi awayekî baş çavdêriya zarokên xwe bikin.

Di dawiyê de endamê Nivîsgeha Şêwiriyê ya Desteya Ciwan û Werzîşê Ehmed El Boş anî ziman ku guhertina demografiyê ku dewleta Tirk a dagirker pêk tîne, dermirovî ye. Her wiha El Boş got pêwîst e saziyeke çavdêriyê bê avakirin da ku bazirganên narkotîkê bigire û xuyangên çandî werin parastina.

(şx)

ANHA