TEV-Çanda Mezopotamya: Em ê wefadarê mîrasa hunermend Beytocan bin

TEV-Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê ji ber koça dawî ya hunermend Beytocan sersaxî xwest  û got, ''hunermend mîraseke dewlemend li pey xwe hişt, em ê wefadarê mîrasa wî bin.''

TEV-Çanda Mezopotamya: Em ê wefadarê mîrasa hunermend Beytocan bin
12 îlon, 2023   15:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) bi peyamekê ji ber koça dawî ya hunermend Beytocan sersaxî xwest û teqezî bi berdewamkirina hunera kurdî kir.

Di peyamê de, tevgerê destnîşan kir ku hunermend Beytocan mîraseke dewlemend a cîhanî hişt ku tevahî gelên herêmê sûd jê girt û wiha got: “Dewleta Tirk a dagirker û qirker, gelek avantaj ji hunermendê nemir re pêşkêş dikir. Lê hunermend Beytocan, tawîz neda. Berdewamkirina têkoşînê israr kir. Agirê di dilê wî de gûr bû, ya azadiyê bû. Wî jî, ew agir veguhast dilê gelê Kurd.”

Di peyamê de tevgerê sersaxî da gelê Kurd û diyar kir ku dê hertim hunermend Beytocan bibîr bîne û dê wefadarê mîrasa wî ya hunerî be.

(şx)