Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest

Şêniyên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê sersaxî ji malbata şehîd Şoreş Berxwedan re xwest.

Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
Şêniyên Helebê sersaxî ji malbata şehîd Berxwedan re xwest
11 îlon, 2023   11:44
HELEB

Meclisa Malbatên Şehîdan a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo gerîlayê HPG′ê Nebî Ehmed (Şoreş Berxwedan) ê ku 31′ê Tebaxê li Wanê di êrişa dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye, konê sersaxiyê  li ber mala wî ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûdê veda.

Şênî, endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî û hêzên Ewlekariya Hundirîn herikîn bin kon û merasîmek hat lidarxistin.

′EM Ê XETA WAN BIŞOPÎNIN′

Piştî deqeya rêzgirtinê ji rêveberên Meclisa Şehîd Rûkan a taxa Eşrefiyê Rojda Menan got: "Têkoşerên me ji bo em bi azadî, aştî û demokrasî bijîn, canê xwe feda kir.′′

Rojda ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga xurtkirina têkoşînê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em layîqî fedakariyên şehîdên xwe bin. Divê em xeta wan bişopînin ta ku giyanê wan bi aramî razê."

Ji rêveberên Meclisa Şehîd Rûbar Qamişlo, Silêman Arif sersaxî ji malbata şehîd re xwest û got: "Bi hebûna lehengên mîna şehîd Şoreş wê ala me li ba be û wê dijmin li hemberî hêzên me têk biçe."

Di dawiya merasîmê de nasnameya şehîd Şoreş Berxwedan hat xwendin û dirûşmên "Şehîd namirin" hatin berzkirin.

(bb)

ANHA