Li Lîbyayê ji ber lehiyê 150 kesan jiyana xwe ji dest da

Li bajarê Derna yê Lîbyayê ji ber lehiyê 150 kesan jiyana xwe ji dest da. Desthilata Lîbyayê bajar wekî herêma karesatî îlan kir.

Li Lîbyayê ji ber lehiyê 150 kesan jiyana xwe ji dest da
11 îlon, 2023   12:33
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh ji saetên destpêkê yên sibehê ve heta êvarî ji ber barana zêde li herêmên rojhilatê Lîbyayê lehî rabû. Lehiyê herêmên nizim û yên beravê yên li rojhilat û rojavayê welat da ber xwe û gelek mal, navend û nexweşxane di bin avê de man.

Li gorî malpera Erebiye, tenê li bajarê Derna yê bakurê rojhilatê Lîbyayê 150 kesan jiyana xwe ji dest da. Desthilata Lîbyayê bajar wekî herêma karesatî îlan kir û ji aliyên têkildar xwest ku tedbîrên pêwîst bigire.

Desthilata Lîbyayê ragihand ku ziyaneke mezin gihişt binsaziyê û milkan û diyar kir ku lêgerîna li windahiyan berdewam dike.

Heyva Sor ragihand ku di xebatên rizgarkirina malbatên asmayî de endamekî wan jiyan xwe ji dest da û hinek din jî winda bûne, her wiha 2 erebeyên xwe ji dest dan.  

Berdevkê Fermandariya Giştî ya Artêşa Lîbyayê Ehmed El Mismarî jî diyar kir ku li bajarê Beydayê dema rizgarkirina malbatên asmayî, peywendî ji 5 leşkeran qut bûye.

Hate diyarkirn ku herêmên herî zêde ziyan dîtine, Derna Şehat û Beyda yên li rojhilatê welat. Desthilata  Lîbyayê ragihand li van herêman rewş ji kontrolê derketiye. Her wiha diyar kir ku malbatên hatine rizgarkirin birine otêl û navendên xwedîkirine.  Tê gotin ku hejmara kesên di mala de asê mane hîna diyar nebûye, lew ra tê texmînkirin ku di saetên bê de bîlançoya qurbaniyan girantir bibe.

(bb)